المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA GRÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.

0 99

NAVEROKA CIVÎNA GRÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE.

Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî di roja Çarşemê 4/12/2024an de,li bajarê Qamişlo li darxistin .

Herwiha bi amadebûna endamê desteya serokatiya ENKSê mamoste Mihemed Ismaîl, Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Neşet Zaza û endamên Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî.

Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) deqîqeyek rêz hate girtin.

Paşê raporên ku ji encûmenên xwecihî hatin wergirtin ji aliyê serokên encûmenên xwecihî ve hatin xwendin û gotûbêj kirin.

Di dawiyê de,birêz Mihemed Ismaîl, bal kişand ser dawîn pêşhatên siyasî yên li ser cihê bûyerê û rola Encûmenê di şopandina van bûyeran de û pêwîstiya piştrastkirina bi bandor li hebûna wê ji bo ku ew bibe beşeke bingehîn ji proseya siyasî li Sûriyê. Û behsa pêşhatên dawî yên li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî kir.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.