LI TAXA ŞÊX MEQSÛD A BAJARÊ HELEBÊ JINEK KURD Û KEÇA XWE JIYANA XWE JI DEST DANE.
Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê jinek Kurd û keça xwe jiyana xwe ji dest dane
Çavkaniyekî taybet eşkere kir ku di nav kesên ku ji herêma Til Rifet ber bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve koçber bûne, qurbanî hene.
Jêdereke taybet ragihand ku jina Kurd “Hiyam Reşîd” û keça wê “Êncî” di 2.12.2024an de, dema ku malbat hewl didan derbasî taxa Şêxmeqsûd bibin û ji devera Til Rifet dihatin, jiyana xwe ji dest dane.
Çavkaniya han eşkere kir ku hevjînê rehmetiyê Hiyam ,Yûsif Reşîd û kurê wî bi giranî birîndar bûne.
Malbata Kurd ji gundê Darqeliya, navçeya Şera ya herêma Efrînê li Kurdistana Sûriyê ye.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah