NAVEROKA CIVÎNA GRÎNGEHA ROJAVA YA ENCÛMENÊN XWECIHÎ YÊN BI SER ENKSÊ VE
Gerîngeha Rojava ya encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî di roja Pêncşemê 7/11/2024an de,li bajarê Qamişlo li darxistin .
Herwiha bi amadebûna cîgerê Serokê ofîsa Karûbarên Encumenên xwecihî birêz Mehmûd Hac Elî û birêz Zibêr Mûsa,Ferhad Şêxo û Ilyas Hemo endamên Nivîsgeha Karûbarên Encûmenên Xwecihî, û amadebûna serokên encûmenên xwecihî.
Di destpêkê de bixêrhatina amadebûyan hate kirin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi serdestiya nemir (Mele Mistefa Barzanî) deqîqeyek rêz hate girtin.
Paşê raporên ku ji encûmenên xwecihî hatin wergirtin ji aliyê serokên encûmenên xwecihî ve hatin xwendin û gotûbêj kirin.
Di dawiyê de, cîgerê serokê ofîsê bal kişand ser dawîn pêşhatên siyasî yên li ser cihê bûyerê û rola Encûmenê di şopandina van bûyeran de û pêwîstiya piştrastkirina bi bandor li hebûna wê ji bo ku ew bibe beşeke bingehîn ji proseya siyasî li Sûriyê. Û behsa pêşhatên dawî yên li ser qada Sûriyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah