المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EFRÎN: ÇEKDARÊN ELEMŞAT BI HEZARAN DOLARÊN AMERÎKÎ LI SER MALBATEKE KURD FERZ DIKIN.

0 125

EFRÎN:ÇEKDARÊN ELEMŞAT BI HEZARAN DOLARÊN AMERÎKÎ LI SER MALBATEKE KURD FERZ DIKIN.

Çekdarên Elemşat 5000 dolarên Amerîkî li ser malbateke Kurd ferz dikin

Di berdewamiya binpêkirinên li dijî Kurdan li bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê, çekdarên Elemşat bi hezaran dolarên Amerîkî li ser malbateke Kurd ku ji şerê Lubnanê reviyane, ferz kirin.

Çavkaniyekî taybet ji malpera me ya ENKSê re ragihand, ku çekdarên Elemşat pênc hezar dolarên Amerîkî li ser malbateke kurd ku vegeriyane navçeya Şiyê û ji ber şerê berdewam li Lubnanê reviyane, ferz kirine.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku ji ber nekarîna mûçeya ku li ser wan hatiye ferzkirin bidin, ew malbat ji deverê derketin û li gel yek ji xizmên xwe li yek ji gundên Efrînê penaber bûn.
Endamên malbatê ev in:
– Zekeriya Mihemed Cîlo.
– Felek Xalid Mistefa.
– Mihemed Zekeriya Cîlo.
– Seyran Zekeriya Cîlo.

Komên çekdar binpêkirinên xwe yên li gund û navçeyên bajarê Efrînê li Kurdistana Sûriyê li dijî Kurdan berdewam dikin, bêyî ku ti çavdêrî û berpirsyarî ji binpêkirinan re hebe.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.