المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BALAFIREKE BARHILGIR A LEŞKERÎ LI BAREGEHA QESRIKÊ LI GUNDEWARÊ HESEKÊ DANÎ.

0 79

BALAFIREKE BARHILGIR A LEŞKERÎ LI BAREGEHA QESRIKÊ LI GUNDEWARÊ HESEKÊ DANÎ.

Balafireke barhilgir a leşkerî li baregeha Qesrikê ya li gundewarê Hesekê danî

Hêzên hevpeymaniya navdewletî berdewam in li ser bihêzkirina baregehên xwe li Sûriyê, ji ber ku firokeke barhilgir ya leşkerî anîn baregeha xwe ya Qesrikê li Kurdistana Sûriyê.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku di roja Sêşemê 5.11.2024an de, firokeyeke barhilgir ya leşkerî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha Qesrikê li gundewarê Hesekê danî.

Her wiha xelkên wê herêmê jî ji nûçegehanê me yê ENKSê re tekezkirin ku dengê firokeyeke leşkerî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha Qesrikê li gundewarê Hesekê dihat wan dema dadiket.

Li gorî çavkaniyê, firokeyê kelûmelên leşkerî û lojistîkî hilgirtiye, hevdem ligel daxistina firokeyeke din a leşkerî li binkeya Elşedadê, bi du helîkopteran li asmanî firiyane.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.