المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ GOTAREK HAT PÊŞKÊŞKIRIN

0 109

LI NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ GOTAREK HAT PÊŞKÊŞKIRIN

 

Mamoste Reşad Silêman li baregeha nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî gotarek bi sernavê Pirsgirêka Kurdî Di Kirîza Qeyrana Sûriyê de pêşkêş kir.

 

Nûnertiya Herêma Kurdistanê roja sêşemê 4.6.2024 li baregeha xwe ya li Hewlêrê civîna xwe ya asayî lidar xist.

 

Civîn ji bo pêşkêşkirina gotarekê ji aliyê endamê nûneratiya Herêma Kurdistanê birêz Reşad Silêman ve bi sernavê (Pirsgirêka Kurd di Kirîza Qeyrana Sûriyê de) hate dayîn.

 

 

 

Silêman di gotara xwe de, bal kişand ser vegotineke dîrokî ya bûyerên sereke yên ku di sedsala bîstan de qewimîne û bûne sedema bûyerên ku li herêma Rojhilata Navîn bi taybetî Sûriyê diqewimin.

 

Her wiha gotar rawestiya li ser rewşa tevgera Kurdî ji destpêka şoreşê ve, damezrandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî, û tevlîbûna wê di nava refên opozîsyona Sûriyê de bi rêya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiyê.

 

 

Û helwesta welatên herêmî û navneteweyî li ser pirsgirêka kurd û qeyranên ku tevgerê di nav wan de derbas bûne, di vê heyamê de çi bi dest xistiye û çi xeletî kiriye û çi ji kurdan tê xwestin di ronahiya vê atmosferê de.

 

 

Her wiha beşdaran mudaxele kirin, nêrîn û helwestên xwe anîn ziman di derbarê gotarê de.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.