المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HÊZÊN HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ HÊZÊN LEŞKERÎ DIŞÎNE BAREGEHA XWE LI KURDISTANA SÛRIYÊ.

0 170

HÊZÊN HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ HÊZÊN LEŞKERÎ DIŞÎNE BAREGEHA XWE LI KURDISTANA SÛRIYÊ.

 

Hêzên hevpeymaniya navdewletî hêzeke leşkerî dişîne baregeha xwe li Kurdistana Sûriyê

 

 

Hêzên hevpeymaniya navdewletî berdewam e dê piştgiriya baregehên xwe li Sûriyê bikin, ji ber ku wan hêzek ji dehan kamyonên barkirî bi kelûmelên serbazî şandibûn baregeha xwe li Kurdistana Sûriyê.

 

 

Jêderên xwecihî ragihandin ku di roja Duşemê 3.6.2024an de, hêzên hevpeymaniya navdewletî nêzîkî 33 kamyonên barkirî bi kelûpelên leşkerî û piştevaniya lojîstîk şandine baregeha xwe li gundewarê Hesekê ya Kurdistana Sûriyê.

 

 

Her wiha di roja yekşemê 2.06.2024,an de hêzên hevpeymaniya navdewletî 30 kamyonên barkirî bi kelûpelên leşkerî û lojîstîk û bi wesayitên panzer ên leşkerî ve anîn baregeha xwe ya li kêlgeha gazê ya Konîko li gundewarê bakurê Dêrezorê.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.