المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

0 164

Korbenda Çaksazî û guhertin xelekek, bi navnîşaniya,

( Rola tevgera ciwanan û opozîsyona niştimanî di şoreşa Sûriyê de.)

 

di roja Îniyê 1.9. 2023an de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertinê, li bajarê Qamişlo, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Îsam Ahmed, endamên korbenda Çaksazî û guhertin,hat li dar xistin.

 

Herwiha gotara derbarê xeleka gengeşeyê ji aliyê rêveberiya Korbendê hatibû xwendin ev e:

 

(Şoreşa Sûriyê li ser banga tevgera ciwanên şoreşger di sala 2011’an de dest pê kir.

Ku bi piranî ne girêdayî partiyên siyasî bûn.

Ev tevger di dîroka nûjen a Sûriyeyê de xaleke veguherînê pêk anî.

ku karîbû stûnên pergala desthilatdar bihejîne.

Piştî derbasbûna zêdetirî 12 salan ji destpêka şoreşê re, hîn jî bal dikişîne ser tevgera ciwanan û opozisyona niştimanî, ji ber ku ew hêzên çalak in di qada siyasî ya Sûriyê de).

Herwih Di xelekê de sê xal hatin nîqaşkirin, di ya yekem de ev bû:

 

-Gelo heta niha partiyên opozîsyonê karîbûn rêbertiya tevgera aştîxwaz di welate de bikin û rola xwe ya hêvîdar bi kar bînin?

 

Xala duyem:

-Gelo Partiyên opozisyona niştimanî di rewşa xwe ya niha de xwedî projeyek bi bandor a çareseriya siyasî ne?

 

Derbarê xala sêyem û dawîn de:

-GeloTevgera ciwanan hîna jî rola ku di destpêka şoreşê de jê re hatibû dayîn heye?

 

Di semînerê de komek rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn û mudaxele ji aliyê beşdaran ve hat kirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku Korbenda Çaksazî û Guhertinê her hefte xelekên diyalog û gotûbêjan li ser pirsa Sûriyê bi giştî li dar dixe.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.