المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILROJIYA HELBESTVAN Û NIVÎSKARÊ KURD MEHMÛD SEBRÎ LI BAJARÊ HESEKÊ HAT VEJANDIN.

0 170

Çilrojiya dilsoj û xemxurê ziman û wêjeya kurdî Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ( Evîndarê Xemgîn) 1937 – 2023

 

Di roja Înê 1/9/2023’an dê, li bajarê Hesekê

– yekîtiyên Nivîskar û rew‏şenbîrên Rojavayê Kurdistanê

– Komeleya Rojavayê Kurdistanê a Çand û Wêjeya Kurdî.

– Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê.

– Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê.

– Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê.

– Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.

– Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê.

Bi gurzên gulan serdana gora Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî kirin.

Dipêre li baxçeyê xwendinê çilrojiya nemir hate vejandin, bi amadebûna gelek nivîskar û rew‏şenbîrên kurd, û çalakî bi vî awayî derbas bû.

 

destpêkê helbestvan Hozanê Girkundê bixêrhatina amadebûyan kir û bi sirûda neteweyî kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.

 

Gotina her şeş saziyan ji hêla nivîskar Qadir Egîd ve hate xwendin.

Senfizyoneke li ser jiyana Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî hate pêşkêşkirin.

Nivîskar Miş’elê Osman helbestek diyarî giyanê nemir kir.

Nivîskar Yûnis Hemî gotina rêhevalên nemir pêşkêşkir.

Helbestvan Leyla Reşo helbesteke nemir xwend.

Salihê Heydo gotinek pêşkêş kir.

Helbestvan Imranê Menteş helbestek diyarî giyanê nemir kir.

Dr. Şehnaz Sebrî gotina malbatê pêşkêş kir.

 

Helbestvan Idrîs Hac Qasim helbestek diyarî giyanê nemir kir.

Di dawiyê de hunermend Masûmê Şikakî bi gurzek stiran ji helbestên nemir bi awaz û dengê xwe çalakî xemiland.

 

Hêjayî gotinêye ku Nivîskar û ristevanê kurd Mehmûdê Sebrî ev berhem li pey xwe hiştin:

 

1-Nigarên kul û derdên jiyanê (helbest)1996.Z

 

2- Nerînek di terazû ya ristên Kurdî de (vekolîn)1997.Z

 

3- Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê yekem) 2000.Z

 

4- Hin hest û ramanên netewî û civakî 2002.Z

 

5- Geştek li nav baxê ristên Cizîrî (beşê duyem)2003.Z.

 

6- Doza giran û umîd û xwezga yên tevlihev (beşê yekem) helbest 2006.Z

 

7- Doza giran û umîd û xwezgayên tevlihev (birra duyem) helbest 2007.Z

 

8- Nasnameya Kurdî li sûrya (vekolîn) 2011.Z

 

9- Cengên xaçparêzî û şikodarîya berevanîya Kurdî (vekolîn)2013.Z

 

10- Salixên merd û zîbayên Kurd (helbest)2017.

 

Wek tê zanîn Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) di sala 1937ê de, li gundê Çetela Kîkan, yê ser bajarê Dirbêsiyê ve, li Rojavayê Kurdistanê jidayîk bûye, zarokîniya xwe li gundê Melek, devera Dirbêsiyê – derbas kiriye. di heftsaliya xwe de, li nik melayê gund fêrî xwendina Erebî bûye û paşî wergirtina bawernameya Sertefîka, li Dêrazorê 3 salan mamostayî kiriye.

 

Di sala 1965an de bawernameya Bekelorya bidest xistiye, di sala 1970ê de bawernameya Lîsansê ji zangoya Şamê, beşê mafnasî û yasayê bidest xistiye.

 

Mehmûd Sebrî sernivîserê Govara Xunav bû, û endamê komîta amedekar ya mihrecana Helbesta kurdî bû û hem jî endamê komîta rexnegeriya helbestan bû.

Mehmdê Sebrî li sala 1959 de tevlî partiya demokrata kurdistana Sûriyê bûye.

 

Her wiha yek ji damêzrenêrê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya bû (YekîtiyaNivîskarên Kurdistana Sûriya).

Di18.7.2023an de, li bajarê Hisiça- Rojavayê Kurdistanê di temenê 86 saliyê de ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.

 

 

Jêder:Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

 

 

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.