المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kirîza buhabûna Derman li Sûriyê..

0 148

 Di derbarî qeyrana rewşa aborî ya zehmet û dijwar ku xelk têde derbas dibin li Sûriyê bi giştî , di roja sêşemê 5/12/2023,û li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta rêjîma Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Nirxê gelek cureyên dermanan bi rêjeya 75 ji 100% zêde bûye , û hin ji cureyê din ên dermanên nexweşiyên giran bi rêjaya Sed ji 100% hatiye bilindkirin.

 

Û ev yek dihêle bar li ser milê nexweşan giran bibe, ku êdî ew gilî û gazinan dikin li ser nebûna hin cureyên dermanan li dermanxaneyan, û ji rexekî din ve buhabûna nirxê piraniya dermanên nexweşiyên Dil, Şekir, Şîrê Zarokan, û bi vî nirxê buha êdî ew nikarin dermanên xwe bidest bixin.

 

Û di demekê de ku hemwelatî li Sûriyê bi giştî û bi taybetî li deverên Kurdî, di çarcoveya rûbirûbûna alozî û astengiyên dibînin ji destpêke kirîza Sûriyê ta niha ku roj bi roj rêjaya hejariyê zêde dibe û xelk di rewşeke metirsîdar de dijîn,

 

Ji aliyê kêmbûna xizmetguzarî û peydakirina pêdevî û xwestekên sereke ên jiyana mirov yên rojana, ji buhabûna nirxê hemû alav û kelûpel , û kerestên xwarinê ,

 

Ev yek tê sedema rûxandina berdewam a lêreya Sûrî li hember dolarê Amerîkî .

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.