المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA SENATORÊN EMRÎKÎ BERNIVÎSA VEKIŞANDINA HÊZÊN AMERÎKÎ JI SÛRIYÊ RED KIR.

0 155

Civata Senatoran projeyek bi armanca vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê red dike

Piştî ku Senatorê Komarî Rand POl projeyek bi armanca vekişandina hêzên welatê xwe yên li Sûriyê bi cih bûne pêşkêş kir, Senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan ev proje red kir.

 

Li gor çavkaniyên medyayî, Senatoya Amerîkayê bi piraniya 84 dengan li dijî proje yasaya vekişîna 900 leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê derket û 13 dengan jî piştgirî da wê.

Pêşnûmeya senator Pol, ku wî di 15ê Mijdara 2023-an de pêşkêş kir, li ser bingeha Biryarnameya Hêzên Şerî ye, ku tê de tê gotin ku ji rêveberiya Serok Jo Bayden tê xwestin ku bêyî ragihandina şer ji Kongreyê, artêşê ji dijminatiyê derxîne.

Beriya dengdana li ser proje yasayê, Mîtiş Makonîl, rêberê Komarîxwazan li Senatoya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Raxistina biryareke wiha dê diyariyek ji bo Îranê be û derxistina hêzên Amerîkî ji Rojhilata Navîn daxwaza Îranê ye. ”

Di Adara 2023an de, Encûmena Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeya ku ji aliyê Senator Mat Gaytiş ve hatibû pêşkêşkirin, red kiribû û tê de biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê di nava 6 mehan de hatibû destnîşankirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.