المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KESEK DEMA XWEST SÎNORÊ SÛRIYÊ – TIRKIYÊ DERBAS BIKE BI GULEYÊN CENDIRMEYAN JIYANA XWE JI DEST DA Û KESEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

0 95

KESEK DEMA XWEST SÎNORÊ SÛRIYÊ – TIRKIYÊ DERBAS BIKE BI GULEYÊN CENDIRMEYAN JIYANA XWE JI DEST DA Û KESEK JÎ BIRÎNDAR BÛ.

 

Kesek dema xwest sînorê Sûriye-Tirkiyê derbas bike bi guleyên cendirmeyan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû

 

 

 

Dema ku dixwestin ji sînorê Sûriye-Tirkiyê derbas bibin, 2 kes ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatin gulebarankirin û malbatan nekarîn cenazeyên kuştiyan rakin.

 

Îro Yekşemê 9.6.2024 danê sibê dema dixwestin derbasî sînorê Sûriyê-Tirkiyê bibin, ji aliyê pasewanên sînorê Tirkiyê û cendirmeyan ve ciwanek hat kuştin û yek jî birîndar bû û çarenivîsa kesê birîndar hê jî ne diyar e.

 

Li gor zanyariyên medyaya xwecihî, her du kesan hewl dan ji aliyê sînorê gundê Dûdanê yê di navbera bajarên Amûdê û Qamişlo yên Kurdistana Sûriyê de, sînorê Sûriyê û Tirkiyê derbas bikin.

 

Li gorî agahiyan, dewriyeyeke Rûsî bi endamên Asayîşa PYDê re ji bo veguhestina cenaze ber bi cihê bûyerê ve çûn, piştî ku welatî nekarîn xwe nêzîkî cihê bûyerê bikin, heta niha jî çarenivîsa ciwanê birîndar ne diyar e.

 

 

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2024an ve hejmara welatiyên Sûriyê yên ku ji aliyê pasewanên sînorî (jendirme) yên Tirkiyê ve hatine kuştin, gihîştiye 9 kesan.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.