المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DADGEHA FIRINSÎ PARÊZBENDIYA RÊVEBERÊ BERÊ YÊ BANKA NAVENDÎ YA SÛRIYÊ BETAL KIR.

0 122

DADGEHA FIRINSÎ PARÊZBENDIYA RÊVEBERÊ BERÊ YÊ BANKA NAVENDÎ YA SÛRIYÊ BETAL KIR.

 

Dadgeha Firinsa parêzbendiya serokê berê yê Banka Navendî ya Sûriyê hilweşand

 

 

Careke din dadgeha Firinsî biryarek li dijî berpirsekî rêjîma Sûriyê derxist, bi hêceta fînansekirina tawanên rêjîma Sûriyê.

 

 

Navenda Sûriyê ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ragihand ku Dadgeha Pêdaçûnê ya li paytexta Firinsa Parîsê, biryarek li ser betalkirina parêzbendîya rêveberê berê yê Banka Navendî ya Sûrîyê Adîb Meyala derxist, di çarçoveya lêpirsînê de,rola wî di fînansekirina tawanên ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatine kirin.

 

 

Dadgeha Firinsî nepejirandina sepandina parêzbendiyên fonksîyonel di dosyeya tawanên navdewletî de erê kir, û dadgehê girtina parêzbendiya ku ji aliyê Adib Meyala ve hatibû xwestin red kir, ku li jêr lêpirsînê de ye bi tawana hevkarî di tawanên dijî mirovatiyê û tawanên şer de.

 

 

Dadgehê destnîşan kir ku “Ev sûcên navneteweyî nikarin bi prensîba parêzbendiyê ve girêdayî bin da ku sûcdarên wan ji cezayê xwe birevin.”

 

Di 24ê Gulanê de, Dadgeha Cezayê ya Parîsê, bi tawana beşdariya di tawanên dijî mirovatiyê û tawanên şer de, cezayê hebsê heta hetayî li Elî Memlûk, Cemîl Hesen û Ebdulselam Mehmûd birî.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.