Roja înê 23ê Êlûna 2022an, Rêxistina jinan a bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve ,li Kampa Domîz Semînarek siyasî û Rêxistinî li darxist…
Û ev yek bi amadebûna serkirdayên û endamên PDK-Sê ..
Û ji aliyê M,Mihemed Elî Ibrahîm ” endamê ofîsa siyasî ve ev Semînar bi rêva çû..
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û herwiha naveroka vê Semînarê bi giştî li ser rewşa siyasî ” asta navdewletî û herêmî û bandora wê li ser doza kurdî” behiskirin..
Û piştre di Semînarê de Birêz ” Mihemed Elî Ibrahîm ” derbarê rewşa Rêxistinî ya Partî û herwiha rewşa xizmetguzarî li Kampa Domîz bi awayekî berfereh anî ziman …
Û di dawiya Semînarê de amadebûyan pirsên xwe diyarkirin û bi awayekî zelalî ji aliyê Birêz, Mihemed Elî Ibrahîm ” endamê ofîsa siyasî ve persiva wan hate kirin…
Ragihandina ENK-S ê
Raport: Hêvî Delî