المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojavayê Qamişlo ya ENKSê civînek ji şaxên bi ser xwecihiyê ve li darxist..

0 64

Roja înê 23ê Êlûna 2022an, Encûmena Xwecihiya Rojavayê Qamişlo ya bi ser ENKSê ve, civîneke rêxistinî ji şaxên bi ser xwecihiyê ve li darxist..

 

Û ev yek bi amadebûna serokê encûmanên şaxan Birêz” Mihemed Ayo” û herwiha bi hazirbûna piraniya endaman..

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û di naveroka vê civînê de mijar û babetên girêdayî bi rewşa siyasî û rêxistinî ve gengeşekirin..

Û di derbarê pêşveçûnên herî dawî yên siyasî ser qada Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê behiskirin..

 

Û herwiha çawaniya pêşxistina karê Encûmenê di nava cemawer de bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku milet têde derbas dibin li kurdistana Sûriyê ..

Û her di civînê de mijara girtina dibistan û peymangehên taybet û bandorên xirab li ser xwendekarên kurd û bêparkirina wan ji xwendinê gotûbêjkirin..

Û ji rexekî din ve ser rewşa rêxistinî ya şaxan baş rawestiyan û tekezî li ser pabendbûna endaman ji bo beşdarbûna wan di civîn û çalakiyan de hate kirin..

 

 

Ragihandina ENK-S ê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.