المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIL TEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 67

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Til Temir di roja Yekşemê 25.9.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir û li ser giyanê pakrewana kurd a Kurdistana Îranê Jîna Amînî rawestiyan.

 

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin.Û ji aliyê hemû endaman ve hat gengeşe kirin.

Di derbarê rewşa siyasî de jî, pêşhatên dawî yên siyasî li meydana navdewletî, navçeyî û navxwe hatin gotûbêjkirin û civîn bi dirêjî li ser biryara (referandûm) dîrokî ya ku ji aliyê serokê neteweya kurd birêz Mesûd Barzanî ve hatiye standin rawestiya.

Her wiha civatê behsa çarenivîsa danûstandinên Kurdî-Kurdî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî û Partiyên Yekîtiya Niştimanî de hate kirin.

Her wiha civatê bi dirêjî biryara girtina hemû zanîngeh, peymangeh û dibistanên taybet ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatiye dayîn gengeşe kirin.

Her wiha di civînê de behsa çaremîn konferansa Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hat kirin

Di dawiya civînê de, rewşa aborî û jiyanê û qutkirina avê li ser bajêr hate gotûbêjkirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.