المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kampa Basirma..Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrbûna Komputerê vekir ..

0 111

Kampa Basirma..Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrbûna Komputerê vekir ..

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xuleke fêrkirina Komputer li kampa Basirma ya penaberan li sînorê parêzgeha Hewlêrê li Herêma Kurdistanê vekir.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî BCF, li ser rûpela xwe di tora civakî “Facebook” de ragihand, ku roja 9/5/2024an, bi hevkariyê li gel dezgeha (The Stirling Foundation), xuleke fêrkirina Komputer li navenda Tîrêj ya çandî û civakî li kampa Basirma vekir.

Serbar kir, ku 13 xwendekar di xulê de beşdar bûne û ji bo mehekê berdewam dike.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di alîkariya Penaberan û vekirina xuleyên fêrkirinê û li darxistina çalakiyan de berdewam e.

 

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.