المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hewlêr..39 emîn salvegera şehîdbûna “Ebdê Nesan ” hat vejandin.

0 115

Hewlêr..39 emîn salvegera şehîdbûna “Ebdê Nesan ” hat vejandin.

 

 

 

Roja şemiyê 11ê Gulana 2024an, Rêxistina Hewlêrê ya Partiya Yekîtî Kurdistanî_Sûriya, 39 emîn salvegera şehîdbûna serkirda Ebdê Nesan Qadir, li Ofîsa Yekîtiyê li Hewlêrê vejand.

 

Û ev yek bi amadebûna partiyên siyasî û kesayetên serbixwe.

 

Di destpêkê de bixêrhatina beşdaran hat kirin û piştre xuleke bêdeng li ser giyanê hemû Pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.

 

Di vê salvegerê de Birêz” Newaf Reşîd ” endamê komîteya siyasî ya partiya Yekîtî di axiftina xwe de ser rola bi bandor ya şehîd Ebdê di civaka siyasî de û bîr û baweriyên wî yên geş di kar û xebatê di partiya wî de, û rola wî di alîkariya miletê wî yê bajarê Kobanê de bi bilind nirxand.

 

Û herwiha ji aliyê xwe Sekirtêrê Partiya Yekîtî Kurdistanî _Sûriya, M” Silêman Oso” derbarî kar û têkoşînên xebatkar “Ebdê Nesan ” behiskir.

 

 

Hêjaye gotinê ku,têkoşer D.Ebdî Nehsan di sala 1947 an de, jidayikbûye li gundê ‘Elbilûr yê dikeve rojavayê bajarê Kobanê nêzîkî 5km.

 

Û di roja yekşemê 11ê gulanê sala 1985an de, demjimêr 5ê êvarî di hindirê dermanxaneya xwe de, hat tîrorkirin ji aliyê milîsên bi rêjîma Sûrî ve.

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.