المجلس الوطني الكوردي في سوريا

JI BO RIZGARKIRINA KOMEK PENABERAN KU LI GIRAVA DÛR A DI NAVBERA TIRKIYÊ Û YUNISTANÊ DE MANE BANG TÊ KIRIN.

0 290

Bangên ji bo rizgarkirina komek penaberên ku di nav wan de jinên ducanî û zarokên ku li giraveke veqetandî ya di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de asê mane, tê xwestin.

Hejmarek rêxistinên pêwendîdar bi karûbarên penaberan daxwaz ji bo rizgarkirina komek penaber, di nav wan de Sûriyeyî, ku ji 52 penaxwazan pêk tê, di nav wan de jinên ducanî, zarok û kal û pîr, ku li giravek veqetandî li nîvê Çemê Evrosê asê mane, dane destpêkirin. Çemê ku Tirkiye û Yewnanîstanê ji hev vediqetîne zêdetirî 20 roj in.

 

 

Rêxistina Alarm Phone di twîteke xwe ya li ser Twiterê de ragihand ku ev grûp her dema ku hewl dide derbasî Yunanistanê bibe yan jî vegere Tirkiyê rastî nerazîbûna eşkere ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tê, di heman demê de jêderan ji rêxistinan re piştrast kirin ku du Kesên ji komê di dema êş û azarê de mirine, yên mayî jî ji ber birîn û pirsgirêkên tenduristiyê û kêmbûna xwar û avê

Şirovekara siyasî di Tora Çavdêriya Şîdeta Sînor de Hope Backer got ku êdî rewşa li ser sînorên bejayî yên di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de nayê qebûlkirin û got ku bûyerên tundiyê her roj bûne tiştekî rûtîn û penaxwaz dimirin û wenda dibin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.