المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN.

0 545

Ciwanên Şoreşger zarokek ji Hesekê revandin

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokek temen biçûk ji bajarê Hesekê ku li bajarê Reqayê dijî, revandin.

Di 12ê Tebaxa 2023an de, Tora Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan revandina zarokê 17 salî Yasir Cuma Qerbatî ji bajarê Reqayê belge kir.

Li gorî nasnameyê zarokê bi navê Yasir di sala 2007’an de li bajarê Hesekê ji dayik bûye û dayîka wî Meyada ye.

 

Wek tê zanîn Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrgîniya Gamba re planeke pabendbûnê îmze kir ku dawî li leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê de bigire û nehêle leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de were bikaranîn.

Li gorî çavdêriyan Rêxistina Ciwanên Şoreşger armanc dike ku zarokên biçûk birevîne, li gorî berjewendiyên PKKê mejiyê zarokan bişon, wan ji aliyê leşkerî ve bike nav refên partiyê.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.