المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ISRAÎL GEFA ÊRÎŞÊ LI ŞAMÊ DIXWE

0 97

Israîl gefa êrîşê li Şamê dixwe

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Galant ragihand, welatê wî dê dudilî nebe êrişî paytexta Sûriyê Şamê, paytexta Libnanê Beyrûtê û her cihê ku welatê wî li dijî dijmin biryarê bide.

Wî her wiha got: Artêşa Israîlî amade ye rûbirûbûna her bersivekê li hember êrişên Israîlî, amaje bi bersiva muhtemel a Îranê bo kuştina du serkirdeyên navdar ên pasdarên Şoreşa Îranê, piştî armanckirina konsulxaneya Tehranê li Şamê.

Galant diyar kir ku amadebûna li hemberî her bersivê tê wateya “parastineke xurt” li bejahiyê û li hewayê jî.

Ji aliyê xwe ve, Sererkanê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî ragihand, êrişa Îsraîlê bo ser konsulxaneya Îranê li Şamê bi beşdariya Amerîkayê bû û ew yek “gaveke dîn” bi nav kir.

[ ] Baqirî tekez kir ku operasyona tolhildanê dê di dem û cihê guncaw de pêk were û rêbaza tolhildanê jî ji aliyê me ve wê bê diyarkirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.