المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMERÎKA BANG LI CIVAKA NAVDEWLETÎ KIR KU RÊJÎMA ESED HESAB BIDE

0 103

AMERÎKA BANG LI CIVAKA NAVDEWLETÎ KIR KU RÊJÎMA ESED HESAB BIDE

 

Amerîka bang li civaka navneteweyî kir ku rêjîma Esed hesab bide.

 

 

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku berpirsiyariya rejîma Sûriyê bipirse ji ber bikaranîna çekên kîmawî ji bo kuştina gelê Sûriyê.

 

 

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê di twîteke xwe de li ser platforma “X”ê ragihand: “Di dema ku em qurbaniyên êrîşên kîmawî yên hovane yên rêjîma Esed li ser Xan Şêxûn (2017) û Dûmayê (2018) bi bîr tînin, em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku Rejîma Esed hesab bide.”

 

 

 

Balyozxaneyê bang li rêjîma Sûriyê kir ku erkên xwe yên li gorî Peymana Çekên Kîmyayî û biryara Encumena Ewlekariyê jimare 2118 bi cih bîne.

 

Di 7ê Nîsana 2018an de, rêjîma Sûriyê komkujiyek li bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê bi bikaranîna çekên kîmawî pêk anî û di encamê de 43 sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

 

Sala borî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî îsbat kir ku rêjîma Esed rasterast berpirsê êrîşê ye, bi bikaranîna gaza Klorê ya jehrîn.

 

 

Di 4ê Nîsana 2017an de, rêjîma Sûriyê bi çekên kîmyayî êrişî bajarokê Xan Şêxûnê li gundewarê başûrê Idlibê kir û di encamê de 91 sivîl di nav wan de 32 zarok û 23 jin bi xeniqandinê hatin kuştin û nêzîkî 520 kes jî birîndar bûn.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.