المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Hikûmeta Brîtanyayê komkujiya kurdên Êzîdî weke Cînosayd naskir..  

0 143

Roja sêşemê 1ê Tebaxa 2023an,Wezareta derve ya Brîtanyayê ragihand ku, hikûmeta wî welatî, komkujiya Êzidiyan ya ku ji aliyê terorîstên Daîş ve bi ser wan de di sala 2014an de hatiye sepandin, weke Cînosayd qebûl kiriye.

Di vê derbarê de wezareta derve ya Brîtanyaya eşkere kiriye ku, me weke hikûmet bi fermî ev komkujiya ku, beriya 9 salan ji aliyê terorîstên DaîŞê ve bi ser welatiyên Êzidî hatiye sepandin, weke Cînosayd nasiye û ev yek jî pêngaveke gelek girîng û dîrokiye.

Û herwiha di derbarî vê yekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ez pêşwaziyê li biryara Brîtanyayê ya jenosîdnasandina tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan dikim.

Ev naskirineke dadperwerane ye li hember tawanên kirêt û rabirdûyeke tijî êş..

Û hêjaya were gotin ku di meha Tebaxê ya sala 2014an de rêxistina terorê ya DAIŞê piştî êrîşkirina ser hejmarek parêzgehên Iraqê û deverên kurdistanî , êrîş kire ser qezaya Şingalê û zêdetirî salekê di bin kontrola wê rêxistinê de ma.

DAIŞê zêdetirî 3 hezar û 200 Kurdên Êzidî komkujî kir û nêzîkî 7 hezar kes revandin, ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Ragihandina ENK-Sê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.