المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR: ŞANDEKE TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYA SERDANA OFÎSA PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTANÎ ÎRANÊ KIR.

0 81

Di roja Şemiyê 1.7.2023’an de,Şandeke Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya bi serokatiya Hevrêzê Giştî yê tevgerê birêz Fêsel Yûsif,û şanda pêre nûnerê tevgerê di nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li herêmê birêz Wa’il Umer, endamê Hevrêziya Giştî û hevrêzê,Rêxistina Tevgerê li herêmê Dr.Ebdulwehab Ehmed, serdana ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanî Îranê li Hewlêrê kirin.

Herwiha Şanda tevgerê ji aliyê nûnerê partiyê li Hewlêrê birêz Mihemed Salih Qadrî, cîgirê nûnerê partiyê li Hewlêrê Amanc Zîbay û endamê nivîsgeha pêwendiyên partiyê li Hewlêrê Hesen Xelîlî ve hatin pêşwazîkirin.

Şanda tevgerê bi boneya yekrêziya her du baskên Partiya Demokrat a Kurdistanî Îranê û bandora erênî ya vê yekîtiyê li bilindkirina morala gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di têkoşîna li dijî rejîma dîktatorî ya Îranê de û avakirina sîstemeke demokratîk a piralî,pîrozbahiyên xwe pêşkêş kir.

 

 

Herwiha Paşê, her du alî pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriye, Îran û navçeyê û pêşhatên rewşa siyasî ya Kurd û Kurdistanî ji ber kêşeyên li pêşiya gelê Kurd li Sûriye û Îranê gotûbêj kirin.

 

Di vê çarçovê de tekezî li ser giringiya yekrêziya helwesta siyasî ya Kurd û rêkxistina navxweya mala Kurdî ji bo xizmetkirina doz û berjewendiyên gelê Kurd bi rêya diyalog û lihevkirina di navbera tevgera siyasî ya wê de û danîna baştirîn peywendiyên bi tevgera siyasî re û hemû pêkhateyên siyasî û gelên bira li Îran û Sûriyê hate kirin.

 

Û cudahî û dîtinên ku xizmeta armanc û daxwazên gelê kurd di azadî, dadmendî û demokrasiyê de nakin red bikin.

 

 

Her du alî di dawiya hevdîtinê de, tekezî li ser giringiya peywendiyên dualî di navbera Tevgera Çaksaziya Kurd-Sûriye û Partiya Demokrat a Kurdistanî-Îranê de û xurtkirina wê ji bo xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û pirsgirêkên wan ên rewa li Sûriyê û Îranê kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.