المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 79

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja Yekşemê ,2.7.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

 

Di rewşa rêxistinî de, endaman bernameya serdanên kesayetiyên niştîmanî di erdnîgariya kar û xebatên civakî yên encumenê de nirxandin.Beşek ji xalên Rêbaza bingehîn û bernameya siyasî ya demkî Ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ya kongireya çarem a encumenê de bû hain gotûbêjkirin.

Rewşa siyasî civatê li ser asta Sûriyê, kurdî û herêmî, encamê kirîza Sûriyê û pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re li gorî biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi taybet biryara NY 2254 gotûbêj kirin. .

 

Her wiha endaman binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li bajarên kurdan bi taybet Efrînê û qutkirina ava nêzî du salan a berdewam a avê li ser bajar Hesekê û Til Temrê ji qereqola Elûkê şermezar kirin û bandorên mirovî yên wan şermezar kirin.Û bang li civaka navdewletî û saziyên Netewên Yekgirtî kirin ku fişarê li hemû aliyên pêwendîdar bikin da ku çareseriyek ji vê aloziyê re bibînin.

 

Di dawiya civînê de,hemû endaman pîrozbahiya PDKSê kirin û serkeftin ji wan re xweştin li ser darxistina konferansê wan yê 12emîn.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.