المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ Û CÎGIRÊ SEROKÊ HEVPEYMANIYÊ DE HAT LI DARXISTIN…

0 63

Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di roja sêşemê 9.8.2022an de,pêşwaziya Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Dr.Ebdulhekîm Beşar li baregeha nûneratiyê ya li Hewlêrê bi amadebûna birêz Îmad Berho endamê desteya giştî ya hevpeymaniyê kirin.

Herwiha Cîgirê Serokê Hevbendiyê behsa dawîn bûyerên siyasî yên girêdayî dosya Sûriyê, navçeyî û navdewletî,

agahiyên dawî li ser pirosesa siyasî û Komîteya Destûrî kir, ji bilî gotûbêj û biryarên ku di civînên dawî de hatin kirin,ya desteya Giştî ya di 4-5ê Tebaxê de, li Stenbolê pêk hat.

Cîgirê Serokê Hevbendiyê herwiha behsa çaksaziyên vê dawiyê yên Hevbendiyê kir, ku têde nûnerên encûmenên xwecihî û parêzgehan di nav rêzên Hevbendiyê de cih girtine, bi armanca aktîvkirina saziyê û bi rastî nûnertiya dengên hundir bikin.

Herwiha ji aliyê xwe ve endamê desteya giştî ya hevbendiyê Îmad Berho behsa giringiya temamkirina nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nav hevbendiyê de kir, û pirrengiya vê nûnertiyê ku hemû navçeyên kurdî bi taybet Efrîn, Kobanê û Serêkaniyê bigire nav xwe.

Paşê, gotûbêj ji bo endamên nûneratiya encûmenê hat vekirin û nêrînên xwe anîn ziman, û gelek pirs derbarê peywendiyên encûmenê bi hevbendiyê re û herwiha derbarê mijarên girêdayî kongreya çaremîn a encumenê ku di demeke nêzîk de tê lidarxistin, hatin kirin, ku di wextê xwe de hatin bersivandin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.