المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Civînek di navbera hêzên civaka sivîl a kurdistanî û Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya hate li darxistin..

0 64

roja sêşemê 9ê Tebaxa 2022an, civînek di navbera hêzên civaka sivîl a kurdistanî û Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya li Qamişlo hate li darxistin..

Û di naveroka vê hevdîtinê de herdu aliyan bi giştî pêşhateyên herî dawî yên siyasî li Herêmên kurdistana Sûriya de gotûbêjkirin ,

û di derbarî aktîvkirina rola Encûmena niştîmaniya kurd li Sûriyê û mekanizma li darxistina kongirê wê yê çaremîn û hêviya guhertinên rasteqîne  û herwiha vekirina deriyan û çûna ber bi çalakiyên civakî û çandî ,nemaze rêxistinên civaka sivîl ,

ku rolek bingehîn û kûr di pirosesa avakirin,guhartin,Geşepêdana giştalî de hene,

mijûlbûna cidî di têkoşînên rojane de û çareserkirina qeyranên jiyanê de behiskirin…

Û herwiha li ser gefên dewleta Tirkiyê ser navçeyên kurdan li kurdistana Sûriyê behiskirin…

Her wiha di hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser berdewamiya peywendî û hevahengiyê hat kirin ji bo xizmetkirina projeya niştimanî ya kurdî û pêşxistina armancên hevbeş di avakirina Sûriyeke demokratîk, û federal de ku mafên milet û pêkhateyên wê yên netewî û olî werin naskirin û werin paristin .

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.