المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HELEB:CIWANÊN ŞOREŞGER BERDEWAMIN LI SER REVANDINA ZAROKAN.

0 92

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zarokekî temen biçûk ji bajarê Helebê ji taxa Şêx Meqsûd revandin bi armanca tevlî refên partiyê bikin.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve,siyaseta xwe ya tirsandina zarokan berdewam dikin, zaroktiya wan direvînin, û wan diavêjin kampên leşkeriya neçar li deverên ku di bin kontrola wan de ne, ji ber ku zarokek ji taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê revandin.

Li gor jêderên taybet, çekdarên Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk “HSDê” zarokî bi navê “Ebdulqadir Qebalan” yê 15 salî ji taxa Şêx Meqsûd ji bajarê Helebê taxa Şêx Meqsûd berî pênc rojan revandin û ew birin kampeke leşkerkirinê.

[ ] Çavkaniyên taybet tekez kirin ku çekdarên Ciwanên Şoreşger bi tundî êrîşî bav, dayik û xaltiya zarokê revandî kirin ku nerazî bûn û daxwaza kurê xwe kirin.

 

Ebdulqadir Qebalan ji gundê Holîlî, navçeya Raco, Efrînê, Kurdistana Sûriyê ye.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.