المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ALMANYA KUŞTINA ÇALAKVANA SÛRÎ ŞERMEZAR KIR Û TEKEZ KIR KU DIVÊ SÛCEDAR BÊN DARIZANDIN.

0 102

Almanya kuştina çalakvana Sûrî şermezar dike û tekezî li ser pêwîstiya hesabpirsîna tawanbaran dike.

 

Şanderê Almanî bo Sûriyê kuştina çalakvana Sûrî Heba Hac Arif li bajarê Bezaha li gundewarê rojhilatê Helebê şermezar kir.

 

Şanderê Almanya bo Sûriyê Stefan Şenîk di twîteke xwe de li ser platforma “X”ê ragihand: Em bûyeran ji nêzîk ve dişopînin û divê zelalmendiyek tam û berpirsatiya tam ji aliyê dezgehên berpirs ve were dabînkirin.

 

Şenîk her wiha got: “Divê em piştrast bin ku kiryarên wiha hovane careke din dubare nebin û em bi mîrateya Heba û têkoşîna ji bo mafên jinan pabend in.”

Cenazeyê çalakvana sûrî Heba Hac Arif sibeha roja Sêşemê 27ê Sibata 2024an hat dîtin, di nav mala xwe de li bajarokê Bezaha li gundewarê bakurê Helebê, di bûyereke sosret de ku malperên medyaya civakî dagîr kir û bû sedema belavbûna berfireh, nakokî di nav niştecihan de.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.