المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Grûpên ên bi ser Îranê ve bargeho Amerîkayê topbaran kirin

0 115

Baregeheke Amerîkî ya li gundewarê Dêra Zorê rastî êrişa ducarî ya bi firokeyên bêpîlot û mûşekan ji aliyê grûpên bi ser Îranê ve hat kirin.

 

Di heman demê de 11 mûşek li kêlgeha Konîko ya Xazê ku hêzên Amerîkî lê bicîh bûne ketin, hevdem ligel êrişa firokeyên bêfirokevan li ser baregehê, bêyî ku agahî derbarê ziyanên mirovî de heta niha nehatine bidestxistin.

 

Hêjayî gotinê ye ku ev êrîşa yekem e di sala nû ya 2024an de.

 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dîyar kir ku ji 19ê Cotmeha 2023an ve, baregehên Amerîkî li nava axa Sûrîyê rastî 68 êrîşan ji alîyê milîsên ser bi Îranê ve hatine û wiha belav kir:

 

– 15 li bingeha kêlgeha petrolê ya El-Omer

 

– 12 li ser baregeha El-Şeddadî li gundewarê Hesekê

 

– 16 li bingeha kêlgeha konîko ya Xazê

 

– 12 li ser bingehê Xirab Eljîr ya li Rimêlanê.

 

– 8 li ser bingeha El-Tenf

 

– 2 li bingehaTel Byder a gundewarê Hesekê.

 

– 2 li baregeha Amerîkî li Rubarya li gundewarê bajarê Dêrikê.

 

– 1 li ser bingeha Qesrikê li gundewarê Hesekê

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.