المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di sala 2023an de ,Zêdetirî 1000 kesên sivîl li Sûriyê di bin Îşkenceyêde hatine kuştin. 

0 121

Tora Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di sala 2023an de, zêdetirî 1000 kesên sivîl di nav wan de bi sedan Jin û zarok jî hene di bin Îşkenceyê de li ser destê aliyê şer ve li Sûriyê hatine kuştin. 

 

Û herwiha li gorî Tora Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe de di 1ê Çileya 2024an , ragihand ku di sala 2023an 1032 welatiyê sivîl li Sûriyê hatine kuştin, di nav qurbaniyan de 181 zarok û 150 Jin, û 57 qurbanî di bin Îşkenceyê de hatine kuştin.

 

Û Tora Sûrî ya mafê mirovan got ku kuştina 91 sivîlan, di nav wan de 14 zarok û 13 Jin, û 11 qurbanî bi sedema Îşkenceyê di meha Berçileya 2023an de hatiye tomarkirin.

 

Li gorî raporta Tora Sûrî ya mafê mirovan, ku di nav kuştiyan de 225 sivîl li ser destê rêjîma Sûriyê û 20 li ser destê hêzên Rûsî û 16 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam , û 17 sivîl li ser destê girûpên çekdar yên Opozisyona Sûrî/ Artêşa Niştîmanî, 74 li ser destê Hêzên Sûriya Demoqratîk, 5 ser destê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, û herwiha 674 sivîl ji wan 102 zarok û 74 Jin li ser destê aliyên din ve hatine kuştin.

 

Raporê daxwaz ji Encumena Ewlekariyê kir ku tedbîrên zêdetir bigire piştî derketina biryara jimare 2254, û tekezî li ser pêwîstiya şandina dosyaya Sûriyê bo dadgeha tawanan ya navdewletî û berpirsyariya hemû kesên ku di tawanên dijî mirovatiyê û tawanên cengê de cih digirin kir.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.