Goreke komî ku tê de termên neh sivîlan, di nav de jin û zarokek, li gundewarê Şamê hat dîtin.
Li Parêzgeha Şamê, Niştecihên navçeyê goreke komî dîtin ku têde termên neh sivîlan têdebû, di nav wan de jinek û zarokek hebû, ku di dema serdestiya rejîma berê de li Krom Şehraya li herêma Zebedanî ya li gundewarê Şamê hatibûn kuştin û veşartin.
Herwiha Ji bo lêkolînê cenazeyê wan rakirine nexweşxaneya El-Cerjaniyê.
Li gorî agahiyan, ev cenaze sê sal berê hatine veşartin.
Li gorî belgekirina Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirovan hejmara gorên komî yên ku ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed a zalim ve hatine dîtin gihîştiye 28 gorên komî, ku tê de termên 2719 qurbaniyan hene, ku wiha hatine belavkirin:
-5 gorên komî li Dêra Zorê ku tê de termê106 sivîla di nav wan de 6 zarok hene.
-5 gorên komî li gundewarê Şamê ku tê de 176 terman hebû.
-3 gorên komî li Hemayê ku tê de 31 cenaze hebû.
-7 goristanên li Humsê, ku tê de 1239 term hebûn.
-4 gorên komî li Derayê ku tê de 137 terman hebû.
-2 goristan li Şamê 1020 term hebûn.
-2 goristan li Îdlibê ku tê de termên 10 cenaze hebû.
Ragihandina ENKSê
Qamişlo