المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR:FÊSEL YÛSIF SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR..

0 85

TIL TEMIR:FÊSEL YÛSIF SEMÎNAREK SIYASÎ BI RÊ VE BIR..

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (Xwecehiya Barzaniyê Nemir û Ebû Rasên yên bi ser ENKSê ve) roja Înê 30ê Gulana2025an, li ofîsa xwecihiya Barzaniyê Nemir, semînerek siyasî li ser nûtirîn nûçeyên li ser herdu qadên Sûrî û Kurdî li dar xist.

Semîner ji aliyê endamê desteya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û berdevkê fermî yê ENKSê , mamoste. Fêsel Yûsif bi rê ve çû.

Her wiha hemû mêvanên beşdar ji aliyê birêz Mihemed Beşîr,serokê xwecihiya Ebû Rasên ve,hatin bixêr hatin.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanî û li pêşîya wan Barzaniyê nemir bi sirûda netewî ya Kurd, Ey Reqîb dest pê kir

Piştre mamoste.Fêsel Yûsif dest bi axaftina xwe kir li ser nûtirîn nûçeyên siyasî yên li ser qada Sûriyê bi giştî û ya Kurdî bi taybetî.

Di semînerê de mamoste. Fêsel Yûsif behsa rewşa siyasî û nûtirîn nûçeyên li ser qada navneteweyî û rewşa Sûriyê û rewşa Kurdan bi giştî kir.

Her wiha Yûsif behsa peywendiya hikûmeta nû ya bi Kurdan re jî kir û behsa hevrêziya şandeya Kurd û amadebûna Encûmena Niştimanî ya Kurd kir û li gel bûyerên lezgîn, di nav hin xalên de behsa hevrêziya şandeya Kurd kir ku biçin Şamê û bi hikûmeta nû ya Sûrî re li ser mafên Kurdan û daxwazên wan ên rewa danûstandinan bikin.

Di semînarê de, gelek pirs hatin pirsîn û bersiv hatin dayîn ji aliyê mamoste Fêsel Yûsif ve.


Ragihandina ENKSê
Raport :Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.