Şandek ji Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya şaxê ” Girgê Legê ,roja şemiyê 10ê Berçileya 2022an, serdana malbatên pakrewanên leşkerê roj kirin…
Û herwiha ev şanda Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya bi serokatiya xanim “Zakiya Elî” pêk hat..
Û ev şanda YJKSê serdana malbata pêşmerge ” Besam Xelaf, Comerd Mişo, Haşim Ebdulqadir kirin..
Û derbarê vê serdanê de Xanim ” Zekiya Elî” gotinek pêşkêşkir û têde ser rol û xebata û têkoşîna pêşmergeyan kir û qehremaniya wan di parastina milet û sînor û xaka kurdistanê ji dijminan de behiskir..
Û ser beşdarbûna pêşmergeyên leşkerê roj di rûbirûbûna rêxistinên terorîst de kir û her tekez kir ku xwîna pakrewanên azadiyê nayê jibîrkirin û zindî dimîne di dilê her kurdekî de …
Û herwiha malbatên ve pakrewanan spasiya vê şandê kir ku her wê berdewam bin ser kar û xebata xwe ser şopa Barzaniyê nemir …
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî