المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA BARZANIYÊ NEMIR (ZIRGAN Û TIL TEMIR) BÎRANÎNA PAKREWANÊN 12Ê AVDARÊ BI VÊXISTINA MÛMAN VEJANDIN…

0 106

Wek tê zanîn piştî serhildana 12ê avdarê sala 2004,an ku tê naskirin bi (Serhildana Qamişlo) ku li Kurdistana Sûriye bûye roja pakrewanî Kurdî .

 

her sal êvara 11ê avdarê li seranserî Cîhanê kurd vê êvarê ji bo wefadariya pakrewanên 12ê avdara 2004,an bi vêxistina mûman tê vejandin.

 

Li gorî biryara ENKSê ji bo bîranîna roja pakrewanên 12ê avdarê li seranserî xwecehiyên bi ser ENKSê ve û Gelê kurd Mûm bên vêxistin .

 

Wek tê zanîn jiyan li bajarokê Ebû Rasên rawestiya ye,piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve bi ser herêmên Kurdistana Sûriye de.

 

Lê her du encûmenên xwecihî ya bajarokê Zirgan û Til Temir tê xuyakirin xwedî vîneke bi Hêz  in , Ji ber vê yekê di êvara 11ê avdarê 2024an de, ji bo wefadariya pakrewanên 12ê avdarê li pêşiya ofîsa Encûmena Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve li bajarokê Til Temir bi vêxistina mûman vejandin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.