المجلس الوطني الكوردي في سوريا

20EMÎN SALVEGERA PAKREWANÊN 12Ê AVDARÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE HAT VEJANDIN.

0 176

Îro di roja Sêşemê12ê avdara 2024an de,encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,20emîn salvegera pakrewanên 12ê adara 2004an “serhildana Qamişlo”  “Roja Pakrewanê Kurdî”li bazara bajarê Dirbêsiyê vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û alîgirên ENKSê yên bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê.

 

Di destpêkê de,hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê xwecihiyê ve û piştre 5ê xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û kurdistanê û bi taybet pakrewanên serhildana Qamişlo yên 12ê avdara 2004an rawestiyan.

 

 

Di derbarê vê yekê de,mamoste Elî Fetah endamê xwecihiya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

 

“Bîstemîn salvegera serhildana gelê kurd Sûriyê ye, ku di duwazdehê adara sala 2004an piştî zayînê de li ser komkujiya xwînrêj a hêzên rejîma Sûriyê û dezgehên ewlehiyê yên wê li lîstgeha şaredariya bajarê Qamişlo pêk hat. Ji ber şer û pevçûnek ji aliyê dezgehên ewlekarî yên rejîmê ve ji bo tevlîhevkirina Kurd û Ereban li hember lîstikeke werzişî di navbera du tîman de, ku Futiwe ji Dêrezorê ye û Cîhad jî ji bajarê Qamişlo ye”.

 

 

Fetah got jî:

 

“Ji bo temamkirina wê planê, hêzên rêjîmê bi fermana karbidestên ewlehiyê bi gulleyên rasteqîn topbaran kirin, û di encamê de gelek şehîd û birîndar ketin, roja din di dema veşartina termên şehîdan de, hêzên ewlehiyê careke din bi gulleyên rastî êrişî şêniyan kirin û di encamê de gelek şehîd û birîndar ketin.Û koma duyemîn a pakrewanan ket”.

 

 

Herwiha M.Elî Fetah got:

 

“Li hember komkujiya ku rejîmê li bajarê Qamişlo pêk anî, gelê Kurd bi xwepêşandanên aştiyane li dijî rejîmê rabûn û bûyerên ku li hemû bajar û bajarokên Kurdan ji Dêrikê li rojhilat heta Efrînê li rojava rû dabû şermezar kirin, ji Serê Kaniyê, Hisiça û Kobaniyê û her wiha li hemû deverên hebûna Kurdan li Sûriyê derbas dibe, heta ku derbasî Heleb û paytext Sûrî Şamê bû.

 

Fetah got jî:

 

“Serhildana 12’ê Adarê bertekek xwezayî, jidil a gelê Kurd bû, redkirina hemû projeyên şovenîst û nîjadperestî û polîtîkayên cuda yên li dijî gelê Kurd hate meşandin.

Serhildana gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê kir yek, baweriya wan bi xwe vegerand û doza gelê Kurd li Sûriyê derxist meydana navdewletî, weke pirsgirêka gelê ku li ser axa xwe dijî û ji mafên xwe yên netewî bêpar e. bingehên zulmê hejand û bendeka tirsê li kolana Sûrî şikand”.

 

Fetah herwiha got:

 

“Ji bo tepeserkirina wê, asayîşê ferman da ajanên xwe yên di nava hin eşîrên Ereb ên bajarê Hesekê de ku êrîşî mal û dikanên Kurdan bikin û mal û milkên wan talan bikin bi armanca veguhertina şerekî navxweyî di navbera Kurdan û Ereban de.Lê tevgera siyasî ya Kurdî hişyar bû ji hewlên rejîmê ji bo çêkirina nakokiyan, û pêwendî bi serokên eşîrên Ereb re kir û hişyarî da wan ji hîleyên rejîmê.Wê rejîm ji tiştên ku qewimî berpirsyar dît”.

 

Herwiha Fetah got:

 

“Bi boneya bîranîna serhildanê û bi cihanîna xwîna pakrewanên xwe, tevgera siyasî ya Kurdî biryar da ku her sal 12 Adarê bibe roja Pakrewanê Kurdî li Kurdistana Sûriyê”.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.