Li gorî tora mafên mirovan, çekdarên Firqeya Elhemzat 4 welatiyên Kurd li bajarê Efrînê, li Kurdistana Sûriyê, girtin.
Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku wê di 30-8-2023`an de girtina Mehmûd Mihemed Cunêd, Cemîl Hac Xelîl, Mihemed Taha û Zekî Mihemed Tûbal ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawa ya gundewarên Efrînê li Helebê belge kiriye. Di roja 28.8.2023an de ji aliyê çekdarên ser bi Firqeya Elhemzat ve hatin veguhestin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Torê amaje bi wê yekê kir ku binpêkirinên li dijî sivîlan hîn berdewam in li deverên di bin kontrola El-Hemzat û komên din de, û ew bi awayekî keyfî bêyî hişyariyek berê û di bin hincetên pûç de wan digrin.
Herwiha Tora Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan nîşan dide ku tirsa xwe ji çarenivîsa wan heye û ew dê rastî îşkenceya laşî û windakirina bi zorê bên.Tora Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov her wiha bang li civaka navdewletî dike ku berpirsyariya xwe li hember sivîlan bigire, wan biparêze, û berpirsan berpirsyar dibînin û wan pêşberî dadweriyê bikin, û zextê li hêzên artêşa niştimanî bikin ku binpêkirinên xwe rawestînin û çarenivîsa bi hezaran girtî û windayan di girtîgehên wê de eşkere bikin.
Hêjayî gotinê ye ku binpêkirin û tawan li Efrînê berdewam in ji dema ku artêşa Tirkiyê di bihara 2018an de bi beşdariya grûpên ser bi Enqerê ve, herêm dagir kir.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah