Îro di roja Yekşemê 17.12.2023an de,Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve roja Alaya kurdistanî li gelek deverên herêma Kurdistana Sûriya vejandin.
Herwiha encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, encûmena pakrewan Ciwan Elqutna, wê jî di vê rojê de danê nîvro demjimêr 11ê nîvro roja Alaya kurdistanî vejandin.
Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên bi ser ENKSê ve.
Di destpêkê de,mamoste Nîzamedîn Elîko bi navê xwecihiyê bixêrhatina hemû beşdaran kir.
Û piştre 5xulekên bêdeng bi sirûda Ey Reqîb.hat sekinandin ji bo rêzdariya Alaya kurdistanî û pakrewanên Kurd û Kurdistanê.
Û piştre mamoste serokê xwecihiyê Mihemed Nasir bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê axivî û axaftina wî jî di derbarê nirxandina Alaya kurdistanî bû.
Herwiha Serokê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê di dawiya gotina xwe de Alaya pîrozî li hemû gelê Kurd kir û spasiya hemû kesên beşdar kir.
Herwiha Hejmarek pir ji Alaya kurdistanî hatin bilind kirin.
Û rojek pir bi nirx bû.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah