المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di meha çileyê de 39 êrîş li ser baregehên Amerîkî yên li Sûriyê hatine kirin.

0 106

Ji destpêka meha çileya 2024an, bingehên leşkerî yên Amerîkî bi dihên caran ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hatine armanckirin.

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe de belge kir ku baregehên Amerîkî 39 caran ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve hatine armanckirin.

 

Li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan bi vî rengî wiha hatine belavkirin:

 

Bargeha Elomer ya Petrolê 10 caran hatiye armanckirin.

Bingeha Konîko ya xazê 14 caran.

Bingeha Elşedadî li gundewarê Hesekê 4 caran

Bingeha Xirab Elcîr li Rimêlanê 5 caran

Bingeha Eltenef 5 caran

Bargeha bêhinvedanê ya Elwezîr li gundewarê Hesekê carekê.

 

Herwiha şeva Înê de hêzên Amerîkî 85 cihên mêlîsên bi ser Îranê ve li Îraq û Sûriyê armanc kirin, ew jî di çarçoveya bersivdana êrîşa 28ê çileyê li ser binkeya Tower22 li Urdinê ku di encamê de 3 leşkerê Amerîkî hatin kuştin .

 

Û ji destpêka şerê Xezayê ve mêlîsyên bi ser Iranê ve bi sedan caran bargehên hêzên hevpeymaniya navdewletî û Amerîkayê li Iraq û Sûriyê kirine armanc û ziyanên madî û canî dane.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.