المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di encama teqîna mayîneke şer de zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da.

0 101

Li gundewarê Minbicê yê Rojhilatî Helebê di encama teqîna mayîneke şer li Sûriyê zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da.

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku di têkçûna rêxistinên mirovahî û nebûna rola desthilatên pêwendîdar, hîn jî bermahiyên şer di nav de mayînên teqemenî û neteqemenî hene ku nîgeraniyeke mezin li cem gelê Sûriyê çêdike .

 

Li gorî raporta tora Sûrî ya mafê mirovan, ji destpêka meha çileya 2024an, di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê 8 zarok jiyana xwe ji dest dan, û 18 kesên sivîl birîndarbûn di nav wan de jinek û 15 zarok, ku li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyê de 5 zarok hatin kuştin û 11 birîndar bûn di nav wan de jinek û 8 zarok, û li navçeyên din bin kontrola hêza Sûriya Demoqratîk (HSD)de3 zarokek jiyana xwe ji dest dan û 7 zarokên din birîndar bûn.

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan belge kir ku di sala borî de 256 sivîl jiyana xwe ji dest dana di encama teqîna mayîn û paşmayên şer li Sûriyê di nav wan de 24 jin û 81 zarok û herwiha 365 jî birîndar bûna ji wan 20 jin û 136 zarok hene.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.