المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊREZORÊ:HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ HÊZEKE LEŞKERÎ TÎNE BAREGEHA XAZÊ YA KONÎKO.

0 93

DÊREZORÊ:HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ HÊZEKE LEŞKERÎ TÎNE BAREGEHA XAZÊ YA KONÎKO.

Di berdewamiya bihêzkirina baregehên xwe li Sûriyê, hêzên hevpeymaniya navdewletî hêzeke leşkerî anîn baregeha xwe li bajarê Dêrezorê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di roja Duşemî 4ê Cotmeha 2024an,de hevpeymaniya navdewletî hêzeke leşkerî gihandiye baregeha Xazê ya Konîko li bakurê bajarê Dêrezorê.

Li gorî çavkaniyê, di pêngava bihêzkirina hebûna leşkerî ya hevpeymaniya navdewletî li herêmê, ji ber şert û mercên aloz û berdewamiya şer û pevçûnan, çar top û otombîlên leşkerî yên giran ji bilî bildozeran di nav wan hêzan de ye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.