المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Artêşa Israîlê ji destpêka 2024an, 138 caran xaka Sûriyê kiriye armanc.

0 61

Artêşa Israîlê ji destpêka 2024an, 138 caran xaka Sûriyê kiriye armanc.

Ji destpêka salê ve artêşa Israîlê 138 caran xaka Sûriyê armanc kiriye.

Israîlê embarek çekan li navçeya pêşesaziyê ya û avahiyên li derdora wê li bajarê ElQsêr li gundewarê Homsê ya li ser sînorê Sûrî û Libnanê hedf kir.

Û herwiha jêderên xwecihî ragihandin ku dengê 7 teqînan hate bihîstin û di encamê de û li gorî amarên destpêkî ziyanên canî û madî hene.

Rawengeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku îro roja sêşemê 5 ê mijdara 2024an, Artêşa Israîlê navçeya pêşesaziyê û avahiyên li derdora wê li ElQsêr li gundewarê Homsê armanc kir..

Û çavkaniya Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku ji destpêka 2024an, Îsraîlê 138 caran xaka Sûriyê kiriye armanc, 112 asmanî û 26 bejayî bûn, ji wan 254 armanc di nav de emparên çekan û cebilxane û bargeh û navendên leşkerî.

Û di encama van êrîşan de 247 leşker hatine kuştin û 204 jî birîndarbûne.

 

Ragihandina ENKSê
Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.