Şahiya me ji roja zimanê Kurdî re bi vê şêwiyê didê xûiyakirin; ku tirsike dîrokeke di nav me de hatiye çandin, û ew tirs hîn bi rê ve diçê, lewme nerîna me ji bingiha wê re bi şaşî tê dîtin, û me heya aniha nikarî bû rûpelên dîroka ku şaş hatiya nivîsandin rast bikin, û pêwiste her tim em di tiresa xwe de bimînin, ji ber ku:
1- Dijminên me her tim kar dikin da ku zimanê me lawaz bikin û astengiyan li hemberî me der bixînin , û ev her belî bû di karên rêcîmên Sûrî û herwiha ya Iraqê û Tirk û Fars de di sed salên bihûrî de.
2- Em jî ji nezanîya xwe stûna zimanê xwe sist dikin, û nezaniya herî giran ku heya aniha em nikarin nakokiya di navbera zeravên xwe de hilînin , û elfebiya bikin yek.
3- Heya aniha zimanê me dibin bandora çar zeravan de maya, û em nikarin zimankî wêjeyî li ser binghek resen avabikin, û ev pirsgrêka han kiriye ku civaka me ya rewşenbîrî demk dirêj di tarîreşê de bimîne.
Ji van sedeman zimanê me di warê xwendin û nivîsandinê de ji zimanên gelên Azad paşketî ma, û bi teybet ma dibin bandora zimanê Ola mislman de.
Ne ji zû ve; em pê hisiyan ku zimanê me bi ser tariyê ve di çê, li ser ku helbestvanê miletê Kurd î hêja (Ahmedê Xanî) pir caran di helbestên xwede anî ser ziman , ku girîng e heya me ji zimanê me hebê.
Tirsa Ahmedê Xanî ne li ser zimanê axaftinê bû, lê belê li ser rewşe zimanê wêje bû; û zimanê hîn di dema şehrestaniya Sasanîyan ve ku di hat bikaranîn, û di dît bê çawa ketibû warê jibîr kirinê, û bi ser windabûnê ve di çû.
Û aniha ji ber ku em sedmên vê paşketinê de gihiştin, girîng e em li xwe vegerin û em wan şaşîtiyên xwe Dûbare nekin û kar bikin ta ku zimanê me serkeftî be.
Roja zimanê kurdî ku çiqas pêwîste û giring e, û bi teybet ji civaka kurdi re ya li derveyî welat, lê nabê stûnek teybet ji serkeftina milet re, hewqas xebat li ser doza ziman hatiya kirin da Ku civaka kurd bikn yek, lê mixabin hîn bi paş ve ma ye.
Û heger xebata me; li ser rêzimanê me bi rengekî zane û giran berdewam neke em ê ji nakokiyên di navbere zaravan de azad nabin, û her emê di bin bandora zimanê ola misilmanî de bimênin.
Pêşketina ziman, ne bi rojkê ve hatiye girêdan, yan jî bi nivîsandina çend rêzan ku her kes dikare binûse, lê em hemû dizanin, dema ku welat bindest be, pêşketina ziman di be barê dezgehên civakî û rêxistinên rewşenbîrî, û bi teybet îro Kurdistan di vî warî de ye.
Welatên pêşketî zarokên xwe hîn ji destpêka dibistanê ve li ser bingiheke sexlem perwerde dikin, ji ber ku ew in hêviye welatan, û wilo ji me Kurdan jî tê xwestin em li ser vê doza han zarokên xwe rakin.
Rast e ji me tê xwestin wek rewşebîr de ku em zimanê xwe biparêzin, û girîng e her tim em lê bibin xwedî, û zarokên xwe fêrî kultûr û dîroka xwe bikin, û herwiha xebata me di warê ziman de di rêya civetên rewşnbîrî û dezghên ku di rêziman ve grêdayî berdewam bin.
Birastî Ji mafê meya em vê roja ziman bi bîr bînin, lê ne bi vê şêweya ku em pê rabin, ji ber ku karê em dikin dikeve wê wateyê de, ku em hîn lewaz in di werê ziman de; û wilo jî di warê keseyetiya xwe de wek mirov!.. ji ber ku ev nizîkî 1500 salî kar tê kirin ji aliyê dijminan ve da ku zimanê me bê winda kirin, û zimanên xwe di şûna zimanê me de bi cih bikin.
Dawî jî ez dibînim; ku rojek bi tena xwe ne bese ji pîroz kirina zimanê me re , lê belê hez kirina me jê re ku vê hez kirinê kir 1500 salî dij zimanên dijmnan sax berdwam be û serkeftî be.