Di “3”ê, mijdara “2023”an ,salvegera “27”emîn derbas dibe li ser şehîdbûna her du xebatkaran “Kemal Ehmed Derwîş ” Emîndarê giştî yê berê ya partiya Demokrata kurd li Sûriyê Elpartî , û herwiha xebatkar “Şêxmûs Yûsif “, endamê ofîsa Siyasî ya partiya Çep ,
Û herwiha ev kesayetên xebatkar têkoşer in bi netewayî û niştîmanperweriya xwe di hatin naskirin û bi kar û xebata xwe dikirin ji bo doza Azadiya mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê ku bigihêje mafê xwe yê rewa .
Û herwiha hin zaniyarî li ser Jiyana her du têkoşerên kurd:
M,Kemal Ehmed Derwîş di sala “1939”, li bajarê Serê Kaniyê ji dayîk bûye, û xwendina xwe ya seretayî û amadayî li dibistanên parêzgeha Hesekê bi dawî kir, û piştre ew li zanîngeha Helebê bawernameya Yasa wergirt.
Û herwiha di derbarê karê xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş” di warê Siyasî de:
– Di sala “1958”, tevlî tevgera kurdî û nava refên partî bû.
– Di sala “1970”an de, wekî endamê komîteya herêmî hat hilbijartin.
– Di sala “1977” an de, ji bo endamê komîteya navendî hat hilbijartin.
– Di sala “1979” an de, wek sekirtêrê giştî yê partî Demoqiratî hat hilbijartin , û herwiha di karê sekirtariyê de berdewam kir ta sala “1995”, û piştre di kongirê 7an de ku di buhara “1995”, hat li darxistin, û têde hate hilbijartin ji bo emîndariya giştî ya vê partiyê.
Û herwiha di hilbijartinên civîna” 5 “emîn de ya asayî ya Perlementoya Sûriyê de, Xebatkar “Kemal Ehmed Derwîş “, wekî nûnerê partî û tevgera netewayî ya kurdî li sûriyê û wek endamê meclisa gel ya Sûriyê hat hilbijartin.
Û herwiha ji rexekî dî ve hin zaniyarî li ser Dîroka xebatkar “Şêxmûs Yûsif ”..
: Di sala” 1948″, an li gundê “Elqetraniyê “, yê girêdayî bi navçeya “ÇilAxa “ve ji dayik bûye , û bi niştîmanperweriya xwe di hat naskirin.
– Di sala “1965” an, beşdarî nava refên Partiya Çep ya kurdî bû.
– Di sala “1987”, endamê komîteya navendî hat hilbijartin.
– Di sala “1993” an de wek endamê ofîsa siyasî ya vê partiyê hate hilbijartin.
Û herwiha tê zanîn ku di roja “3 “mijdara sala” 1996 “an , her du Xebatkar çûbûn Hesekê ji Karekî û xebatekê ji Gelê kurd re bikin lê ew rastî bûyereke tirafîkê bûn li ser rêya Hesekê, û di encama vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dan û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî ve li goristana ( Qidûr bek), li Qamişlo bi axê hatin spartin.
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî