المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo..Yekîtiya jinên kurdistan Sûriya semînarek li darxist..

0 150

Yekîtiya jinên kurdistan_Sûriya ,roja çarşemê 1ê mijdara 2023an, semînarek li ser rola jinan di cikakê de li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan_Sûriya li bajarê Qamişlo li darxist..

Û ev yek bi amadebûna kesayetên siyasî û rêxistinên jinan û herwiha kesayetên serbixwe..

Û semînar ji aliyê M,Ebulbarî Xelef ve hate pêşkêşkirin..

Û di destpêkê de xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir rewastiyan..

Û piştre M,EbdulBarî ” behsa jina Kurd û dîroka wê ya birûmet di şoreşên Kurdistanê de û beşdarbûna wê di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de û herwiha rola wê di mezinkirin û xwedîkirina zarokên xwe de û beşdariya bi mêran re di kar û xebatê de kir.


Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.