Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve îro di roja Yekşemê 17.12.2023 an de, bi amadebûna girseyeke mezin roja Ala Kurdistanî hat vejandin.
Herwiha hemû aliyên siyasî û kesayetiyên serbixwe û nûnerên partiyên siyasî ji aliyê M.Hewlêr Kalo ve, hatin bixêrhatin û ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û Barzaniyê Nemir deqeyek bêdeng bi sirûda Kurdî Ey Reqîb rawestiyan.
Piştre birêz Mihemed Omer Şêxmûs axaftina encûmena xwecihî kir û tekez kir ku Ala Kurdî sembola nasname û hebûna Kurda ne.
Her wiha behsa wê yekê jî kir ku Kurd di dîroka xwe ya kevnar û nûjen de û bi avakirina Îmarat û dezgehên îdarî pişta xwe bi Ala û alayên ku wan bi reng û sembolên taybet ji hev vediqetînin kirine.
Wî her wiha got, ku hemû welat girêdayî bilindkirina Ala û alayên ku wan bi sembol û rengên bawerî, dîrok û prensîbên welatên din ji hev vediqetînin, amaje bi giringiya rengên ku wan dikin bi wate nîşan da.
Di dawiyê de, wî got ku hemû hêvî û armanca me ew e ku di demek nêzîk de Ala Kurdistanê li ser çiyayên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bilind bibe û koçberên wê vegerin herêmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyîn bi ser wê ve hatine dagirkirin.Û bi serkeftin û azadî û bi hêviyeke mezin ji bo serkeftina danûstandinên kurdî û pêkanîna mafên hemû pêkhateyên Sûriyê û mafên kurdan li gorî destûreke rewa û avakirina Sûriyeke piralî û demokratîk.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah