المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ VE HAT VEJANDIN.

0 162

Her du xwecihiyên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve di roja Yekşemê 17.12.2023an de,Roja Ala Kurdistanî vejandin. 

Îro Yekşemê17.12.2023, her du xwecihiyên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê roja Ala Kurdistanî,demjimêr 3ê piştî nîvro, li meydana pakrewanên Newrozê ya taxa Muftî vejandin.

 

Merasîm bi deqeyek bêdeng bo giyanê pakê şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê û bavê ruhanî yê gelê Kurd Barzaniyê nemir destpê kir.

 

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Zubêr Mûsa gotarek pêşkêş kir û tê de behsa pîroziya Ala kurdî kir ku sembola rûmeta kurdên cîhanê ye û bal kişand ser danûstandinên kurdî û kurdî û tekezî li ser berdewamiya wan.

kir. Tevî pêkanînên li dijî gel û dezgehên me tên kirin jî.

 

Piştre birêz Beşar Emîn endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya gotarek pêşkêş kir.

 

Emîn di dirêjahiya axaftina xwe de behsa dîroka Ala Kurdistanê kir û diyar kir ku ew Ala hemû Kurdên çar parçeyên Kurdistanê ye û ew Ala qurbaniyên mezin ên gelê me di rêya rizgarî û azadiyê de dane.

 

Şahî bi axaftina endama Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Hejar Meho bi dawî bû.

Ku behsa dîroka Ala Kurdî û wateyên rengên wê dikir,

Û çawa sor bi qurbaniyên gelê me ji destpêka dîrokê ve, kesk ji bedewiya Kurdistanê re, û spî ji azadî û aştiyê re, çawa ku roj û bîst û yek tîrêjên wate û baweriyên olên kurdan yên kevnar.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.