المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ SERDANA OFÎSA YEKÎTÎ KURDISTANÎ KIR.

0 50

Bi boneya serbest berdana Hemîd Merwan Îdê,endamê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî -Sûriyê ji girtîgeha bi ser PYDê ve.

Di roja pêncşemê 6.10.2022an de,şandek ji xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve,serdana ofîsa Partiya Yekîtî ya Kurdistanî -Sûriye ya li bajarê Amûdê kir.Û pîrozbahiya serbest berdan endamê wan kirin.

Her wiha Şand bi serokatiya serokê xwecihiyê M.Umer Emo,û hejmarek ji endamên xwecihiyê,pêk dihat.

Her wiha şand ji aliyê cîgirê serokê partiya Yekîtî Kurdistanî M.Ebdulîlh Ocê û endamên rêxistina Amûdê ya Partiya Yekîtî ya Kurdistaî-Sûriye ve,hatin pêşwazî kirin.Û bi germî bixêr hatina wan kirin.

Her wiha her du aliyan pêşhatên dawî yên di qada siyasî ya Sûriyê û kurdî de.Û tiştê ku herêm tê re derbas dibe di warê geşedanên navdewletî û herêmî û rêyên rewşa Sûriyê bi giştî,hatin gotûbêj kirin.

Û ji aliyekî din ve,her du alî bi awayekî berfireh rawestiyan li ser rola ENKSê ji alyê piroja wê ya netewî û kar û xebata wê jî hat nirxandin.

Di derbarê wê de, behsa konferansa çaremîn ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ya di demeke nêzîk de bê lidarxistin hat kirin.

Û ji aliyekî din ve,mijarnî giring ji aliyê her du aliyan ve,hatin gotûbêj kirin.

Di dawiyê de,endamên rêxistina Amûdê ya PYK-Sê ,spasiya xwecihiya Dirbêsiyê kirin û kêfxweşiya xwe li ser serdana wan dan diyar kirin.Û tekezî li ser van serdanên bi nirx kirin bi taybet di vê qonaxa hestiyar de.

Wek tê zanîn ku zêdetirî sê mehan bi ser revandina birêz Hemîd Merwan Îdê re derbas bibû, ku ji 12ê Pûşbera 2022an ve li bajarê Amûdê yê Kurdistana Sûriyê hatibû revandin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser PYDê ve û di roja Duşemê 3.10.2022’an de,serbest hat berdan

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.