المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE KOMÎTEYA PÊWENDIYÊN DERVE YA ENKSê LI GEL NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê CIVIYA

0 56

Di roja pênşemê 6.10.2022’an de, şandeke Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, li bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, ligel nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî civiya.

 

Şand pêkhatibû ji: -M. Kamîran Haco, Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve

– M.Ibrahîm Biro, endamê Komîteya Pêwendiyên Derve

 

Piştî bixêrhatina şandê ji aliyê serok û endamên nûnertiyê ve .

M.Kamîran Haco behsa encamên serdana vê dawiyê ya Komîteya Pêwendiyên Derve bo Wezareta Derve ya Amerîka li Waşintonê kir.

 

Li wir bi alîkarê cîgirê wezîrê derve Etyan Goldraytiş re civiyan û li ser mijarên herî girîng ên li ser Kurdistana Sûriyê, bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê di hemû waran de û bi taybetî diyaloga kurdî û kurdî gotûbêj kirin.

 

Her wiha M.Ibrahîm Biro behsa serdana xwe ya bo Niyorkê di nav şanda desteya danustandinên Sûriyê de kir, ku di wê hevdîtinê de ligel şandên welatan, Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî, hevdîtinek pêk hat. wek birêz Gotirês, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, û hevdîtin erênî bûn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.