Îro roja pêncşemê “11”ê, sibata” 2021″ an de, çalakvan û Rojnamavanê kurd “Fener Mehmûd Temê “,ku nêzîkî 20 rojan girtî bû , serbest hat berdan .
Û herwiha tê zanîn ku çalakvan û rojnemavanê kurd “Fener Mehmûd Temê ” , roja yekşemê “23/1/2021” li bajarê Qamişlo ji aliyê asayîşa bi ser PYD ê ve hatibû revandin û piştî 20 rojan ji binçavkirin û girtinê îro serbest hat berdan.
hêjaya were gotin ku li seranserî Kurdistana sûriyê hîn girtin û binçavkirin li derheqê xelkên sivîl û herwiha çalakvan û rojnemavanan de berdewam e.
Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî